Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngehparêzek li devera Bozîn û Mirexêlê de bi sedema teqîna mîn birîndar bû

09:42 - 1 Îlon 2026

Piştî agirpêketina 3 roj berî niha li devera Bozîn û Mirexêlê ser bi bajarê pawê de, hejmarek ji jîngehparêz û hogirên sirûşta Kurdistanê hewla temirandina agir didin û tevê hewlên bêrawestan, heta niha agirê li wan daristanan de bi tevavî nehatiye temirandin.

Pêka dawî raporên belavbûyî û nûçeya Encumena Jîwayê, li encama teqîna mîneke paşmaweyê şer li devera Mirexêlê de welatiyekî parêzvanê jîngehê birîndar bûye lê endamên vê encumenê ti xisara canî an birîndarek nebûne.

Pêka raporên belavbûyî, ji roja Yekşemî 30ê Tebaxê ve agirpêketin li deverên Bozîn û Mirexêl û Tirgaranê qewimiye û bi hevkariya xelkê deverê û hogirên jîngeha Kurdistanê hewla temirandina wan agiran hatiye dan ku bi sedema rabûna ba, agir hêj bi tevavî nehatiye temirandin.

Li derheq nav û qasê birîndarbûna wî welatiyê jîngehparêz de ti zanyariyek heta belavbûna vê nûçê li ber dest nîne.