Keça 27 salî ya Kurd, Nîlûfer Mucawir ku xelka bajarê Piranshahrê ye, piştî ku ket ber êşkence, destdirêjî û kiryarên gelek hovane, mejiyê vê ji kar keft û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, kesekî bi navê Seyîd Îzededîn Seyîdtahirî bi xapandinê Nîlûfer revandiye û 10 rojan li cihêkî nediyar girtiye. Di vî heyamê de, wî ew ji av û xwarinê bêpar hiştiye û tundûtîjiya fizîkî û cinsî ya gelek dijwar li dijî wê bi kar aniye. Hovîtiya êşkenceyê gihîştiye astekê ku piştî rizgarkirinê û veguhastina bo nexweşxaneyê, mejiyê wê keçê ji kar ketiye. Ji ber zirarên giran ên li ser laşê wê, tenê du gurçikên wê saxlem mabûn ku malbata wê piştî mirina mejiyê keça xwe, gurçikên wê bexşîne kesekî nexweş û mihtacê gurçikan bû.
Ev tawanbariya tirsnak civak hejandiye û malbata Nîloferê doz li dijî tawankar vekiriye. Tevî giraniya vê cinayeta li dijî mirovahiyê, nûçeyên dawî diyar dikin ku sûcdar piştî çend rojan hatiye binçavkirin.
Wê bûyerê wîjdana hemî wn kesane hejandiye ku haydarê vê nûçeya hovane bûn, vê yêkê li torên civakî de gelek bertek bi du xwe de anîn û ev pirsyare anî pêş, Gelo di wî serdemî de cinayet û hovitiyên wiha dirindane kê dikare bike?
Bê guman kiryarên wiha nemirovanê bandore dikne ser civatgehê û xelkê nigeran dikin.