Amerîka digel Troîkaya Ewropayê mijûlê amadekirina biryarnameyekê ne bo Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û hekî bê erêkirin, dê dosya Navkî ya rêjîma Îranê ji Şêwreya Hukam ve bo Şêwreya Ewlehî ya Rêkxistina Netewên Yekgirtî bê şandin.
Pêka rapora “Reuters”, Amerîka û 3 welatên Ewropayê anku Birîtaniya Firanse û Alman, mijûlê gotûbêj digel endamên Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî bo erêkirina vê biryarnameyê ne.
“Reuters”ê da zanîn pêka vê biryarnameyê, Şêwreya Hukam dê ji Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wîzeya Navkî daxwaz bike ku biryarnameya nû û herwisa ya pêştir a taybet bi bernameya navkî ya rêjîma Îranê, bo endamên Ajansê, Şêwreya Ewlehî û Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî bişîne.
Li vê biryarnameya pêşniyarkirî de hatiye ku Îranê dibe sozên xwe yên navkî bi lezgînî cî bi cî bike û binpêkariyên xwe bi dawî bîne, da ku Ajans bikare li derheq rastî û tevavbûna îdiayên bernameya navkî ya rêjîmê alxayîniya hewce bide xuya.
Biryarnameya nû, berdewamiya biryarnameya Erêkîrî ya Şêwreya Hukam li 12ê Hezîrana 2025ê ye, ku rêjîma Îranê bi sedema hevkarînekirina hewce digel lêkolerên Ajansa Navnetewî ya wizeya Navkî û bersivnedan li derheq Oraniyoma peydakirî li navendên neragihandî de bi tawanbar hatibû naskirin.