Wezareta Xezenedariya Amerîka li çarçêweya (Operasyona goşegîrkirina abûriay Îranê) givaş xiste ser banka (Golldin Giloball) a Tirkiyê û du şîrketên peywendîdar bi tohmeta dewirlêdana sizayan û veguhastina dehan Milyon Dolar bo hêza Qudis a spaha terorîst a pasdaran.
Wezareta Xezenedariya Amerîka eşkere kir ku banka (Golldin Giloball Warlîk) û (Golldin Globall Portfoy) li Tirkiyê, hêsankarî bo sipîkirina dahata nefta Îranê li Çînê bo Tirkiyê û bikaranîna sîstema bankiya navdewletî bo spaha Qudis kiriye heya dahata wan biguherin bo zêr û diravan.
Sikat Bêsênt, Wezînê Xezenedariya Amerîka tekezî ji vê kir ku Waşingtin li birîna şademara darayî a Tehranê micid e û got: ew pêngav haydariyeke rohn e bo tev damezravên darayî li cîhanê de heya hevkariyên xwe bo Komara Îslamî rabigrin.
Ew rêkara nû çend rojek piştî ragirtina peywendiyên bankiyên (Banka Mîsrî a Îmaratê) hate berbas.
Li gorî sizayan, tev darayî û hejmarên wan bank û şîrketane li Amerîka dê bêne biloke kirin û ew navendên biyanî jî ku miamilê ligel bikin, wê rûbirûyê dorpêçan bibin.