Beşeke mezîn a bilindahiyên statejîk li devera “Elî-Eltahir” li başûrê Lubnanê ku devereke gelek hestiyar bo rêjîma Îranê û Hizbulla Lubnanê bû, kevte destê Artêşa Îsraîl û 2 rê û tûnelên bingehîn ên Hizbullahê bo vê deverê bi tevavî ji destê milîsên Hizbullahê hatiye derxistin û ji mînan hatiye paqijkirin.
Ev devera stratejîk, navenda bingehîn a fermandehiya Hizbullahê, cihê mana hêzên spaha pasdaran a terorîst, enbarên bingehîn ên mûşek û dironên Hizbullahê bû ku ji heyva “Hezîranê” anku nêzî 3 heyvan berî niha ve ji aliyê hêzên Artêşa Îsraîl ve hatibûne dorpêçkirin.
Pêka gotina berpirsekî spaha pasdaran a terorîst li vî heyamî de, li navbera 70 heta 100 endamên Hizbullahê û herwisa hejmarek ji hêzên spaha pasdaran a treorîst li tûnelên derdora çiyayê “Elî-Eltahir” de hatibûne dorpêçkirin û asê mabûn.
Ev serkevtina Artêşa Îsraîl derbeke gelek giran bi rêjîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê ye û jidestçona navendeke herî stratejîk bo wan terorîstan tê hisêb.
Gorî zaniyariyan sedan pastarên terorîst digel endamên Hizbulahê li tonêl û hişargehên girê Eltahir de bûn, yan hatine kuştin, yan hatine êxsîrkirin û heya niha rêjîma komara Îslamî li vê derheqê de çi bertekek fermi ji xwe nîşan nedaye, û deng û rengê rêjîmê jî li ser giringiya wî girî axivî û hawar dikir ku çima desthilatdarên rêjîmê xwe mat kirine û çi nabêjin.