Bernameya “Xelat bo Dadweriyê” ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, her kesê her zanyariyek ku bibe sedema naskirin an peydakirina cihê pasdarê terorîst “Emîr Yaryab”, cihgirê operasiyonî yê fermandehiya “Saybêr-Êlêktronîk” a spaha pasdaran, heta 10 milyon Dolarî dê bê xelatkirin. Ev terorîst çavdêriyê bi ser çend yekeyên wek “Himmet û Şûşterî” de jî dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye wan yekeyan li operasiyonên saybêrî û zanyariyên bi dijî jêrxanên hestiyar li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn de rol hene û beşên pîşeya berevanî, ragiahndin, gemîranî, hotel û rêyên esmanî, wize û sîstemên malî û pêwendîgirtinê kirine armanc.
Herwisa Wezareta Derve ya Amerîkayê daye zanîn ku “Emîr Yareb”, çavdêrî û kontrola girûpên hekêriyên din ên wek “Dadê Efzarê Arman, CyberAv3nger û Mêhrsam Endîşêsazê nîk” dike ku jêrxanên medenî li seranserî cîhanê de dikin armanc.