Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li civîneke rojnamevanî de ragihand: “Egera vê heye Amerîka li demek nêzîk de çiyayê Kuling li Îranê bike armanc”.
Li çiyayê Kuling de 2 tûnelên gelek kûr hene ku çendên tûnelan li xwe digrin û li kûrahiya çiya de hatine çêkirin, ev çiya li 5 kîlometriya navenda etomî a Netenzê de ye.
Heta niha lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, nekarine ti lêklolînekê li wan tûnelan de bikin û heta niha rêjîmê bi ti awayek îzna çon û lêkolînê nedaye wan lêkoleran.
Donald Tiramp li derheq şerê digel rêjîma Îranê de gotiye: “şer digel rêjîma Îranê bi şer nabîne û ev pirsek sade ye, ev pevçonek serbazî ye û bo me mijareke biçûk e, me li Vênêzoêlayê de oprasiyon kir û me ti xisarek canî nebû , digel rêjîma Îranê jî 18 sebazên me hatine kuştin lê li şerê Viyetnamê de 100 hezar Amerîkayî hatine kuştin”.
Pêştir jî CÎ Dî Vens, Cihgirê Serkomarê Amerîkayê gotibû ku pevçona digel rêjîma Îranê wek şer binav nake.