Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Huşdarî li derheq egera bilindbûna teweromê heta %600 li Îranê de

13:53 - 5 Îlon 2026

Mehdî Pazûkî, aborînas û mamostayê zanîngeha Tebatebayî li derheq paşhatên şer, daketina dahata neftê û kêmiya bûdceya Îranê huşdarî da û da zanîn ku hekî pirsgirêkên aborî neyêne çareserkirin, egera vê heye Îran rû bi teweroma gelek bilind û mezin ve here, berdewamiya şer dorpêç û daketina hinardeya neftê û zêdebûna rêjeya kurtanîna bûdcê dikare bibe sedema teweroma herî mezin.

Wî aborînasê rêjîmê huşdarî da hekî pirsgirêkên teweroma herî mezin neyêne çareserkirin, egera vê heye aboriya Îranê rû bi teweroma salaneya %600 ve here, li rewşeke wiha de nirxa dirafê Îranê dê gelek dakeve û dê bi qasekî bênirx be ku em bikevne rewşa wek ceribandina teweroma Vênêzoêla û Arjantînê.

Navbirî îdia kiriye xweparastin ji şer yek ji girîngtirîn rêkarên pêşîgirtin ji teweroma mezin e.