Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp pilana êrîşa sînordar bo ser rejîma Îranê li derdora Tengava Hormozê de gengeşe dike

10:25 - 1 Îlon 2026

Li pêngavekê de ku nîşaneya amadekarî bo çûne nav qonaxek nû a aloziyên serbazî li deverê, koşka sipî gengeşeya operasyonek tund a serbazî bo biarmancgirtina binke, radarî û sekoyên mûşekî li navxweyê Îranê de dike.

Malpera Axsyosê, li zarê berpirsekî Amerîkî ragehand ku Donald Tiramp û şêwirdarê bilind ê ewlehiya netewî mijûlê berhevdana pilana êrîşa sînordar bi armanca jinavbirina tund a şiyana serbaziya Îranê li biarmancgirtina keştiyan li tenvaga hormozê de ne.

Ew pilan ji aliyê Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM)ê bi piştevaniya Pêt Hêgêst, Wezîrê şer hatiye darêtin, heya rêgiryê li dubare rêkxistina sîstema berevaniya esmanî û sekoya mûşekên spaha terorist a pasdaran bike.

Piştî teqandina mûşekekê ber bi firokeyek F-35 a Amerîka li rojên derbasbûyî de ku erkê parastina keştiyên li Hormozê li ustû bûye û êrîşên mûşekî ên Tehranê bo ser binkên Amerîka li Ordonê, Waşingtinê jî biryara bersivdana tund daye.

SENTKOMê tekezî ji vê kir ku bo berdewamiya hatin û çûnê nefithilgiran û parastina ewlehiya deryayî, hewcehî bi operasyonên dewreyî heye bo jikarxistina jêrxanên serbazî ên Îranê.

Li hember de Koşka Sipî ragehandiye Serkomarê Amerîka tev bijarde li ber dest de ne û Tehran bi sedema paşkeftin li giheştin bi rêkeftinê, derfetan li dest dide.