Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li destpêka roja Şemiyê gihîşte 225 hezar Tumenî

13:54 - 5 Îlon 2026

Pêka raporên destpêkî yên roja Şemî 5ê Îlonê, nirxa Dolar li bazara azad de gihîştiye 225 hezar Tumenî û bi 224 hezar û 800 Tumenî hatiye firotin û nirxa hewaleya Dolar gihîştiye 229 hezar Tumenî û her Pondê Birîtaniya bi 305 hezar Tumen û her sikeyek zêr bi 235 milyon Tumenî hatiye firotin.

Ev amar ên destpêkiya roja Şemiyê ne û egera guherîna vê amarê heta dawiya rojê heye û xuya nîne nirxa Dolar li hember dirafê Îranê dê heta çi astekê bilind bibe.

Nirxa Dolar dem bi dem li bazara azad de diguhere û nizim û bilind dibe.