Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên leşkerî li Belûçistanê êriş kirne ser gundekî, û Herî kêm du kes hatin kuştin

09:46 - 6 Îlon 2026

Li gorî nûçeyên ji çavkaniyên herêmî û kanalên nûçeyan yên Balûçistanê, sibêdeha roja şemiyê hêzên leşkerî, îtlaatî û ewlehiyê yên rêjîma Îranê bi awayekî berfireh êrişî gundê Wedger ê li ser beşa Aşarê ya navçeya Mehrestanê kirin. Hêzên leşkerî gund dorpêç kirin û maleke xelkê sivîl dane ber rehêla guleyan.

Di encama vê êrişa leşkerî û guledaranê de, ku nêzî demjimêr 3ê yê sibehê dest pê kir û heta demjimêrên sibêzû berdewam kir, zirarên mezin gihîştin malên gundiyan. Vîdeo û wêneyên hatine belavkirin nîşan didin ku dîwar, derî û pencereyên malan ji ber guleyan wêran bûne. Hat ragihandin ku ev mala ku hatiye armancgirtin a welatiyekî bi navê "Axter Sandakzehî (Damenî)" ye.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji cihê bûyerê, aliyê kêm du kesan di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Li devera pevçûnê gelek guleyên teqiyayî û şopên xwînê hatine dîtin. Heta niha di derbarê nasname û rewşa tam a kesên hatine kuştin de zanyariyên zelal û fermî nehatine bidestxistin.

Rêjîma Îranê weke menteqa şer û dijmin bera xwe dide Belûçistanê û netewa belûç û roj nine ku çendîn cinayetên hovane wek girtin, kuştin, revandin, xirabkirina malan û êrîş li ser gelê Belûç ji aliyê hêzên rêjîmê ve neyêne kirin.