Kek Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawiya xwedêjêrazî EbdulWahîd Îbrahîm Şêx EbdulSelam Barzanî, peyamek hevxemiyê bo rêzdar Mesûd Barzanî hinart.
Deqa peyamê wihaye,
Rêzdar cenabê Kek Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Tevî silavan
Bi boneya koça dawiya xwedêjêrazî EbdulWahîd Îbrahîm EbdulSelam Barzanî, ji aliyê xwe û rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, sersaxiya xwe li we yê rêzdar, endamên malbata xudê jêrazî û bi giştî malbata Barzanî dikim, rewana wî aram û cihê wî beheşta berîn be.
Hêviya silametî û temendirêjiyê bo we
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Sikirtêrê Giştî
Mistefa Hicrî
14ê Xermanana 1405an