Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dolarek bû 230 Hezar Tumen, Jiyana rojane ya welatiyan dijwartir dibe

10:11 - 6 Îlon 2026

Li bazara azad a Îranê nirxê dolarê Amerîkî dîsa bilind bû û gihîşt asteke nû ya nedîtî.

Gorî dawî amaran sibêdeha îro Yêkşemê, nirxa her Dolarekî Amerîka geheşte 230 Hezar Tumenî. Ev daketina bilez a nirxa Tumenê Îranê li beramberî diravên biyanî dijwariyên mezin li ser pêşeroja aborî ya welat çêkirine.

Bilindbûna nirxê dolar bandoreke rasterast û giran li ser hemû beşên jiyanê dike. Bi taybetî bihayê xwarin, derman, kirêya xaniyan û pêdiviyên bingehîn ên rojane gelekî zêde bûye. Ev rewş rasterast hêza kirînê ya welatiyan kêm dike û şert û mercên jiyanê ji bo malbatên kêmdahat bi taybetî dijwartir dike.

Siyaseta aborî ya heyî û nebûna aramiya di bazarê de bûye sedem ku bertekên li torên civakî zêde bibin. Welatî balê dikişînin ser cûdahiya mezin a di navbera dahat û xercan de û diyar dikin ku kûrbona hejariyê gelek malbatan dixe bin zextên giran ên aborî û derûnî.