Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Bûyerekî hatinûçonê li Sinê, mixabin gelek qurbanî jê kevtin

10:35 - 6 Îlon 2026

Êvara roja Şemî 14ê Xermananê, bi sedema levdana tankêrek şewatê ligel tirêliyekê li ser rêya Sine- Hemedanê ku bûye sedema teqîn û agirgirtina tankêrê, hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî hinek zanyariyan ku heya niha bi temamî nehatine piştrastkirin, hejmara kuştiyan gihaye 13 kesan û hejmarek din jî birîndar in.

Li gorî zanyariyan, li navbera canjidestdayan jin û zarok hene û pitir ji 5 welatiyên din jî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Xirabiya rêkan, çiyyîbûna rêyên Kurdistanê û nizmiya kiwalêtiya maşînan, sedema sereke a qewmîna bûyerên hatin û çûnê li ser rêkên Kurdistanê de ne ku salane dibe sedema canjidestdan û birîndarbûna hezaran Kesan.

Herwisa cudanekirina rêyên taybet bi tanker û tirrêliyên hilgirê şewatê ji rêka maşînên asayî û rêyên serekî, ew pirisgirêkane ne ku xelkê Kurdistanê ligel rû bi rû ne û salane dehan welatî dibine qurbaniya xemsariya berpirsên rejîma Îranê.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê salane bi rêyên Kurdistanê sedan hizar tanker şewatê vediguheze û dahatek xiyalî bo navendên tepeserkar ên rejîma Îranê dabîn dike, lê di vê navberê de tenê para qurbanîdanê ber xelkê Kurdistanê dikeve.