Bi sedema bûyera dilşewat a bajarê Sinê ku mixabin bû sedema canjidestdan û birîndarbûna çendîn welatiyên vî bajarî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê di çarçoveya peyamekê de hevxemiya xwe ji bo xelkê Kurdistanê û bi taybetî malbatên daxdar ên qurbaniyên vê bûyerê daxuyakirin û ragîhand.
peyamê bi vê rengî ye:
Li gorî nûçeyan, êvara roja şemiyê, 14ê Xermananê, bi sedema bûyera trafîkê û teqîna tankêreke şewatê li ser rêya Sine - Hemedanê, hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne. Bi sedema vê bûyera cihê daxbariyê, ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan û xelkê Kurdistanê dikim û hêviya silametî û tenduristiyê ji bo birîndaran jî dixwazim.
Mistafa Hîcrî
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
15ê Xermanana 1405an