Stîv Vîtkaf, hevkarê Ticarî û Cirard Koşnêr, zavayê Donald Tiramp, bi armanca zindîkirina danûstandinan bo dawîanîn bi şerê li navbera Rûsiye û Ukraynê, serdana Moskoyê kirin û bo pêşvebirina bernameya pêspartiyên Donald Tiramp’ bo bidestveanîna aşîtiyê, serdana Viladêmîr Pûtîn kirin.
Yûrî Ûşakov, Şêwirkarê siyaseta Derve ya Koşka Kirêmlînê ev gotûbêj bi gelek serast û rohn binav kiriye û ragihandiye, şanda Amerîkayê hinek rêkar bo bidestveanîna lihevkirinê pêşkêş kirine û Rûsiyê bi Amertîkayê ragihandiye ji vê yekê erxahîn e ku dikare armanca xwe anku dagîrkirina beşa mayî ya rojhilatê Ukraynê, bi dest ve bîne.
Ev 8emîn serdana şanda Amerîka bo Moskoyê û yekem serdana wan bi Kiyêfê tê hisêb, Rûsiye û Ukraynê soz dane ku heyama 3 rojan, bi armaca birêveçona danûstandinan, paytextên hev nekin armanc.
Li sala 2022 a Zayînî de Rûsiyê êrîş kire ser Ukraynê û heta niha Sedan hezar kuştî û bi milyonan aware li pey xwe aniye û li Havîna îsal de rêjeya kuştina xelkê medenî li her du aliyan gelek zêde bûye.