Li dirêjeya şer û aloziyên başûrê Lubnanê, arteşa Îsraîlê Îro Yekşemî ragehand ku li piştî êrîşa dironî a Hizbûlahê bo ser serbazên Îsraîlê, êrîşek berfireh kire ser binkên wan girûpan û zirarek zêde gihandinê.
Arteşa Îsraîlê li daxûyaniyekê de ragehand, terorîstên Hizbûlahê du diron arasteyê serbazên Îsraîlê kirine ku li devera ewlehiya başûrê Lubnanê cihgîr bibûn.
Li dirêjeya wê daxûyaniyê de tekezî hatiye kirin ku (ew kar bi wateya pêşêlkirina eşkere a agirbestê ji aliyê rêkxiravên terorîstî a Hizbûlah û Îsraîlê li êrîşkirine ser wê girûpê de dê berdewam be.
Herwisa arteşa Îsraîlê li peyamek din de hoşdarî bi akinciyên çend deverên jêr desthilata Hizbûlahê li başûrê Lubnanê de dan ku wê deverê bicih bihêlin.
Hevdem arteşa Îsraîlê bi zimanê erebî li tora civakiya têlêgiramê de nivîsiye, ewên li nêzî damezravên rêkxirava terorîstî a Hizbûlahêne agehdar bin, Îsraîl li operasyonên xwe wê berdewam be.
Hêjayê gotinê ye ku Îsraîl û Lubnan li danûstandinên dawiya meha Juen de rêkeftiname wajo kirin ku xalên çekkirina Hizbûlahê, paşekeşeya qonax bi qonax a hêzên Îsraîlê li Başûrê Lubnanê û cihgîrkirina erteşa Lubnanê li wê deverê têde hatibû guncandin.
Eva jî di demekê de ye ku Hizbûlah bi hevkarî û rêniwêniya rejîma Komara Îslamî çendîn car bi êrîşkirine ser serbazên Îsraîlê û xelkê asayî a wî welatî agirtbest pêşêl kiriye û li hember de, Îsraîlê êrîş bo ser wan girûpan çirtir kiriye.