Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 525 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, manşêt li jêr navê “Mafê Diyarkirina Qederê û Pêşeroja Kurdistanê” dikeve ber çavan.
Rûpela 2 – Parek ji naveroka hevpeyvîna “He Nêt” digel rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, dikeve ber çavê xwênerên hêja.
Rûpela 3 de – Doma hevpeyvîna Hel Nêt ligel Kak Mistefa hatiye çapkirin, herwisa her li rûpela 3ê de gotarek li jêr navê “Bahoza tevgera Jîna’yê, destpêka dawî hatina dîktatoriyê” ji nivîsa Serbest Urmiye hatiye weşandin.
Rûpela 4 de – Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li jêr nave “Bi yektiya siyasî û amadekariya meydanî di guhertinan de em dê mafên xwe misoger bikin” û herwisa Biryarnameya UNPO yê taybet bi Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Belûçistanê dikeve ber çav.
Rûpela 5 de beşa 1 a gotara - Di Nabeyna Du Blokên Hêjmon de Qedera Kurdan, ji nivîsa Nezîr Akat, ji nivîsa Hesen Heranî.
Rûpela 6 - Beşa 6 a gotara - Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.
Rûpela 7 ê de gotara - Bêçekkirina milîsên Iraqî pêşeroja Herêma Kurdistanê misoger dike, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 - de - Ku taybet e bi Hevpeyvîna Agirî, Di hejmara vê carê a Rojnameya Agirî de Hesen Mukerem, li ser pirsa şer û aloziyên dinavbera Amerîka û Rejîma Îranê û aloziyên ku di deverê de hene, digel Rêzdar Kovan Amedî Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Siwêdê hevpeyvîn encam daye.
Rûpela – 9 de, gotara - Kolonyalîst çawa kesayetîperestiyê li ser welatparêziyê bi ser dixe?, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 10 - Gotara - Kurd di navbera cudakarî û têkoşîna ji bo naskirinê de, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 525 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Bahoza tevgera Jîna’yê, destpêka dawî hatina dîktatoriyê”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 525a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.