Şeva yekşemê (15ê Xermanana 1405an), berdevka dewleta rêjîma Îranê Fateme Mohaciranî bi fermî ragihand ku bihayê bênzînê hat guhertin. Li gorî biryara nû, bihayê yekem (60 lîtreya mehane bi 1,500 tumanî) û bihayê duyem (50 lîtreya mehane bi 3,000 tumanî) dê weke xwe bimînin. Lê belê, bihayê sêyem ku ji bo kartên azad ên pombenzînan tê bikaranîn, ji 5,000 tumanan bû 10,000 tuman û du qat zêde bû. Ev biryar dê ji sibêdeha roja Sêşemê 17ê Xermananê ve bête cîbicîkirin.
Rast derbasbûna vê nûçeyê tirs û rewşeke awarte li pombênzînan li Tehran û bajarên din çêkir. Li kolanên sereke yên Tehranê û bajarên mezin ên wekî Isfahan, Meşhed û Şîrazê, qerebalixiyeke dijwar û rêzên dirêj ên maşînan çêbûn. Xelk hewl dide berî sepandina bihayê nû bake maşînên xwe tijî bike.
Pisporên aboriyê hişyariyê didin ku ev zêdekirina bihayê bênzînê wê rasterast bandorê li ser xerc û lêçûna veguhastinê bike û bibe sedema pêleke nû ya bihabûnê li ser hemû tişt û pêdiviyên bingehîn ên jiyana welatiyan.