Serokwezîrên Îsraîlê Binyamîn Netenyahu roja yekşemê li civîna kabîneya welatê xwe ragihand ku piştî şerên dawî, Komara Îslamî û hêzên nêzîkî wê gelekî lawaz bûne û Îsraîl niha di rewşeke bihêztir de ye.
Netenyahu bal kişand ser hevkariya leşkerî û stratejîk a navbera Îsraîl û Amerîkayê û diyar kir ku beşeke mezin ji gefên bernameya navokî û şiyanên mûşekî yên Îranê ji ser Îsraîlê hatine dûrxistin. Herwisa hişyarî da ku her êrîşeke nû ya Tehranê dê bi bersiveke wiha re rûbirû bibe ku Komara Îslamî nikare xeyala wê jî bike.
Serokwezîrê Îsraîlê piştre rasterast behsa "sernixûnkirina rejîmê" li Îranê de kir û ew wek erkek ku divê bête temamkirin bi nav kir. Wî got rejîm ji bo man û nemana xwe şer dike û di rewşeke tije lawazî û tevlîheviya siyasî de ye.
Netenyahu tekez kir ku Îsraîl ji bo bidawîanîna vî erkê anku herifandina rêjîma Îranê biryardar e û xwedî vê hêzê ye, karek ku bi gotina wî dikare paşeroja Rojhilata Navîn bi bingehîn biguherîne.