Kirîs Rayt, Wezîrê Wize yê Amerîkayê ragihand, “egera vê hindê heye ti lihevkirinek digel rêjîma Îranê neyê kirin û kite rêka çareserî, jinavbirîna şiyana vê rêjîmê ye, û dorpêça deryayî an dê rêjîma wan biguherîne an dê siyaseta wan biguhere”.
Herwisa Kirîs Rayt ragihand: “Em dê şiyana rêjîmê bo destpêregeheştina bi çeka navkî û avêtina vê lawaz bikin, ev hewldaneke 47 salî ye, karek biçûk nîne lê Amerîka dê kar bigihîne encamê û em digel hevpeymanên xwe hevkariyê dikin”.
Navbirî tevî îşarekirin bi kiryar û berxwedan û tevgerên rêjîma Îranê ragihand ku ev rêjîma bo mana xwe her karekî ku bikare, dike, ev dizanin ku bernameya navkiya wan dê bi dawî bibe”.
Kirîs Rayt herwisa got: Amerîka hivîdare ku hevpeymaniya navnetewî a bi dijî rêjîma Îranê mezintir û bihêztir bibe, û givaş hinde zêde bibin ku an rêjîm bête guherîn, an jî siyaset û kiryarên xwe biguhere, ku ev jî dê bibe encama karekê ku me dest pê kiriye.