Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşkiyan dibêje: Heke Amerîka vegere bo lihevkirinê, Tehran jî ew ê tavilê bibe

10:41 - 1 Îlon 2026

Di demekê de ku roj bi rojê givaşên Amerîka bo ser rêjîmê zêdetir dibin, Amerîka piraniya welatan û bi taybet Ewropa razî kiriye ku alîkariya Amerîka bikin, di demekê de ku Tiramp gefa êrîşa serbazî hevdem digel givaşa abûrî bo ser Îranê dike, di demekê de ku rewşa aboriya welat geheştiye asta felaketê, Mesûd Pizîşkiyan serkomarê rêjîma Îranê ragîhand: ger Amerîka vegere ser maseya danûstandinê, Îran jî amade ye vegere û lihevkirinê bike.

Pizişkiyan di civîna Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê de ragihand ku Komara Îslamî tenê di wê rewşê de dê pabendî sozên xwe bibe heke Amerîka jî sozê bide.

Pizîşkiyan diyar kir ku heke Waşîngton vegere ser lihevkirina xwe ya meha Hezîranê, Tehran jî dê tavilî gavan bihavêje. Wî tekez kir ku ewlehiya domdar tenê bi rêya baweriya dualî, rêzgirtina li desthilatdariya welatan û diyalogê çêdibe.

Ev helwest di dema alozbûna nû ya rewşa Tengava Hurmuzê de tê ziman. Pizîşkiyan careke din girîngiya rêçareya dîplomatîk anî ziman û destnîşan kir ku dirêjbûna şer li berjewendiya ti aliyekî de nîne.