Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salekê zêdetire ku Ajansê ti agahî ji bernameya etomiya Îranê Tune ye

09:42 - 8 Îlon 2026

Rêveberê Giştî ê Ajansa Navneteweyî ya Ênêrjia Etomê (IAEA), Rafael Grossî, ragihand ku ev zêdetirî salekê ye ku wan tu zaniyarî û agehiyek ji rewşa bernameya etomiya Îranê tune ye. Grossî di civîna rojnamevaniyê ya Şêwreya Hukam de diyar kir ku ji meha pûşpera sala derbasbûyî û vir ve, wan neketiye zanyariyên hewce li ser çalakiyên etomî yên Tehranê bi dest bixin.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku welatên rojavayî, bi taybetî Amerîka û sê welatên Ewropî (Britanya, Fransa û Almapya), dixwazin biryarnameyeke nû li dijî Îranê bipejirînin da ku dosyaya wê ji bo Şêwreya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê şandin.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Esmaîl Beqaî, hişyarî da ku eger ev biryarname bê pejirandin, Tehran dê "sîyaset û gavên berevajî" bi kar bîne. Wî îdîa kir ku ev gavên welatên Ewropî zextên siyasî ne, û bingeheke wan a yasayî tune ye.