Piştî aloziyên leşkerî yên li Girava Larkê, û givaş û dorpêça zêdetir bo ser rêjîma Îranê, bihayê diravên biyanî li Îranê bilind bû û dolarekî Amerîkî rekora nû ya 212 hezar tumenî tomar kir. Bi vê re, bihayê ewro gihîşt 247 hezar û dirhemê Emîratê jî derbasî 57 hezar tumenî bû.
Ev daketina dîrokî ya nirxê Tumen piştî zêdebûna givaşên aborî û biryara Êmaratê ya rawestandina bazarganiyê ligel Îranê hate holê. Duh jî Yekîtiya Ewropa alîkariya xwe digel Amerîka bo givaşa ser Îranê ragihand, bandor li ser daketina nirxa Tumen hebû, Tevî ku Serokê Banka Navendî ya Îranê vê rewşê "demkî" bi nav dike, lê Serokê Amerîkayê Donald Tiramp behsa bêqîmetbûna Tumen dike. Li gorî amarên fermî yên Îranê jî rejim bi teweroma %89 re rûbirû ye.
Di vê rewşê de roj bi rojê jiyana xelkê welat rastî dijwariyên mezin hatiye û êdî xelk bersivderê jiyana xwe nine.