Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê mehekê de 83 kes li Îranê de hatine bidarvekirin

09:50 - 8 Îlon 2026

Li seranserê meha Tebaxê herî kêm 83 girtî li Îranê de û jialiyê rêjîma komara îslamî ve hatin sêdardan, zêdebûna hejmara darvekirinan li girtîgehên Îranê de, komkujiyeke ku roj bi rojê pêla vê berfirehtir dibe.

Kanûna Mafên Mirovan a Îranê, Yekşem 15ê Xermanana 1405an – Li gorî raporên belavbûyî yên li ser cî bi cîkirina sizayên darvekirinê li girtîgehên Îranê, li meha Tebaxa 2026an de herî kêm 83 girtî li girtîgehên cuda cudaye Îranê de hatine sêdarêkirin. Li nav kesên hatinî darvekirin de navê 4 girtiyên siyasî, şeş jin û şeş girtiyên Belûç tê dîtin. Zêdetirîn amara bidarvekirinê di vê mehê de li girtîgehên Isfahan, Qizilhesar a Karaj, Urmiye, Zencan û Şîrazê hatine tomarkirin.

Ev amar nîşan dide ku cî bi cîkirina sizayê sêdarê heta niha jî yek ji amûrên sereke yên pirsa dadwerî ya hikûmetê ye ji bo rûbirûbûna girtiyan di dosyayên cuda cuda de. Saziyên mafên mirov gelek caran li ser proseya dadgehkirinê di gelek dosyayên ku bi darvekirinê bi dawî dibin de – di nav de sînordarkirina destxistina parêzer, nezelaliya di proseya dadigehîkirinê de û bikaranîna darê zorê  bo êitirafwergirtinê– nîgeraniya xwe anîne ziman.