Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Hikûmeta Yemenê li dijî Hûsiyan Pêşve diçin û çendîn cihên girîng girtin

10:11 - 8 Îlon 2026

Hêzên artêşê û hikûmeta Yemenê di encama şerekî giran de karîn kontrola temamî ya baregeha leşkerî û lojîstîkî ya El-Labanat li parêzgeha El-Jawfê bigirne dest xwe. Ev baregeha ku wekî keleh û xala stratejîk a şer û piştgiriyê ji bo milîsên Hûsî yên girêdayê rejîma Îranê dihat nasîn, di rêya di navbera El-Jawf, Marib û gihîştina bo Senayê de cihekî gelek girîng digirt.

Di heman demê de, hêzên hikûmeta Yemenê ragihandin ku wan li parêzgeha El-Bayda jî çwar herêmên din kontrol kirine û li eniyên Taiz û El-Hudaydahê jî pêşketinên nû bi dest xistine. Serokê Encûmena Serokatiya Yemenê, Reşad El-Alimi, û berpirsên leşkerî tekez kirin ku ew dê operasyonên xwe heta rizgarkirina paytext anku Senayê û bidawîanîna bandora Pasdarên Îranê bidomînin. Ev biserketinên li ser hev, derbeyeke giran û pir bandor e li dijî dest û pencên rejîma Îranê û milîsên wê li herêmê.