Li gorî nûçeyên ji navxweyî Îranê tên belavkirin, biryara bilindkirina bihayê bênzînê ya nirxê sêyem bo 10 hezar tumanan ku biryar e ji îro roja Sêşemî ve li seranserê welat bê cîbicîkirin, bûye sedema nerazîbûn û aloziyên mezin. Ji êvara şeva derbasbûyî ve li bajarên mezin ên wekî Tehran û Isfehanê, rêzên dirêj û qerebalixiyeke dijwar li pêşiya cihên sûtemeniyê (pompên benzînê) çêbûne.
Welatî û şofêrên taksiyan li ser torên civakî nerazîbûna xwe nîşan didin û diyar dikin ku ev biryar dê rasterast nirxê veguhastinê, hewcehiyên xwarinê û hemû kelûpelên jiyanê bilind bike û zexta aborî li ser xelkê zêdetir bike. Gorî zaniyarî û raporan ku di navbera şofêr û karkerên van binkeyên şewat û bênzînê de ji ber kêmbûna şewatê û bi taybet bênzînê û sînordarkirina kartên azad pevçûnên devkî rû dane.
Ji tirsa çêbûna xwepêşandan û kombûna xelkê, hêzên ewlehiyê yên rejîmê li dora cihên sereke yên şewatê û pombênzînan hatine bicihkirin. Di heman demê de, medyaya fermî ya hikûmetê van aloziyan sansor dike û tenê hewl dide van guhertinan rewa û asayî nîşan bide.