Roja Duşemî 16ê Xermana 1405an, Kanî Cehangîrî nûnera hizab Demokrat a Kurdistan a Îranê li Firansê, kombûnek ligel senator Rêmî Fêro li sênaya Firansê bo gengeşekirina rewşa niha a Îranê û bi taybet rewşa gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê de pêk anî.
Di vê dîdarê de, Nûnera Hizba Demokrat behsek li ser rewşa niha a Îranê û rojhelatê Kurdisanê û encama tundûtîjiyên Komara Îslamî hember bi Kurd û neteweyên jêrdest li Îranê û rewşa Êkonomî li rojhelatê Kurdistan û Îranê de kir.
Li dirêjeya kombûnê de behis li ser rewşa kempên hizbên rojhelatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê de jî hate kirin.
Li dawiya wê dîdarê de, senator Rêmî Fêro piştevaniya xwe da xûya û tekezî ji vê kir ku Kurd pêşengê serhildanên girseyî û qurbaniyê yekem a tepeserkirinê li Îranê de ne û hêviya wan avakirina Îranek Dêmokrat û Azad e.