Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm dixwaze birîveberiya dabînkirina civakî biguhere lê kedkar nerzaî ne

14:16 - 8 Îlon 2026

Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîmê di cihê çareserkirina pirsgirêkên saziya dabînkirina civakî, dixwaze birêveberiya vê biguhere û têkelî wezareta tendirustî ya rêjîmê bike, lê rastî berteknîşanda tund a çalakvanên berê yên sendîkaya kedkaran hatiye.

Pêka daxwaza serkomarê rêjîmê, dibe dabînkirina civakî ji birêvebirina rasterast a nexweşxaneyan û navendên dermanî, dûr bikeve û bibe beşek ji wezareta tendirustiya rêjîmê.

Hesen Sadiqî, serokê berê yê sendîkaya kedkaran, bi tundî li hember vê pêşniyara serkomarê rêjîmê de sekiniye û daye zanîn ku binyata pirsgirêkên dermanan a saziya dabînkirina civakî nedana qerê kabineyên rêjîmê bi vê saziyê ye û serkomar di cihê vê pêşniyarê, dibe qerên bi vê saziyê bide.

Li vê dawiyê de saziya dabînkirina civakî tûşî pirsgirêkên dijwar ên wek daketina xizmetguzariyên bîmeya tevavker, bilindbûna nirxa dermanan û nedana Dolar bi nirxa kêm, herwisa daketina lezgînî û kalîteya xizmetguzariyan li navendên dermanî bûye û kabîneyên rêjîmê jî qerên xwe nadne vê saziyê.