Îbrahîm Ezîzî, serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclîsa rêjîmê li hevpeyvînekê de îdia kiriye rêjîma Îranê selimandiye ku hêz û şiyan û îradeya birêvebirina gefên xwe heye û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî biryareke wiha nede ku wek Amerîkayê poşman bibe.
Herwisa wî nûnerê meclîsa rêjîmê gefxwariye ku rêjîma Îranê şiyaneke zêde bo rawestan li hember Şêwreya Hukam û Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî heye ku li dema hewce de dê bikar bîne û dê bo van paşhatên bê veger hebin”.
Navbirî tevî wan gefxwarinan huşdarî daye Ajansa Navnetewî ku rêjîma Îranê ya piştî şer digel wan rûberû ye ku cidatî digel berî şerê 40 roje heye.