Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û nave şehîdên 17ê Xermananê hertim dê zindî bimîne

14:36 - 8 Îlon 2026

Îro 17ê Xermananê di rojekî wek îro de, 8 salan berî niha, rêjîma hov û cinayetkare komara îslamî bi mûşekên balêstîk êrîş kire ser bargehên Hizba Dêmokrat li bajarê Koyê.

Li encama wê êrîşa rêjîmê de mixabin 16 kes ji kadir û pêşmerge û endamên rêberiya Hizbê şehîd bûn.

Di wê êrîşa mûşekî de, şeş endamên rêberiya Hizba Dêmokrat bi navên "Nesrîn Hedad, Kerîm Mehdewî (Seqizî), Rehman Pîrotî, Îbrahîm Zêweyî, Haşem Ezîzî û Suheyla Qadirî", tevî du mamosteyên fêrgeha hizbê bi navên "Farûq Hesen Xeyat û Muxtar Qadirpûr" û herwisa 8 kadr û pêşmergeyên hizbê bi navên "Mihemed Hesenpûr, Osman Osmanî, Kerîm Resûlpûr, Cemal Ekberî, Mensûr Ekberpûr, Qadir Izetî, Hawrê Karsaz û Pêşewa Ezîzpûr", şehîd bûn.

Her di wê rojê de, 3 xortên kurd bi navên: "Ramîn Husênpenahî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî", ji aliyê Komara Pet û Sêdarê ya Îranê ve hatin sêdarêkirin û şehîd kirin.

Bêguman heçî dilopek ji xwîna şehîdan bo gelê Kurd û tevgera rizgarîxwaziya gelê me û bi taybet bo Hizba Dêmokrat dibe îradeya berxwedanê û peman nû kirina rêvîngên vê rêbazê bo sernixuniya rêjîma terrorist û diktator..

Rihê şehîdên 17ê Xermananê û tev şehîdên kurdistanê şad û yad û nave wan hertim zindî