Pasdar Mohsen Rizayî yê terorîst, berpirsê şêwreya bilind a ewlehiya netewî a rêjîmê di hevpeyvîneke taybet a rojnamevanî de roja 6ê Îlonê, ragihand ku rêjîma Îranê stratejiyeke nû li derheq şer û danûstandinan de diyarî kiriye.
Wî pasdarê terorîst îdia kir ku Tengava Hormozê niha "bi tevahî girtî ye" û îdiaya Amerîkayê ya ku ew vekirî ye wekî "derewek eşkere" bi nav kir.
Herwisa Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya rêjîmê, di civîna xwe ya rojnamevaniyê li Tehranê li roja 7ê Îlonê de gotiye ku dibe Ewropa biryarek serbixwe bide, çimkî cîbicîkirina daxwazên Amerîkayê li Şêwreya Ewlehî ya Sazizya Netewên Yekgirtî û Şêwreya Hukam de rola vê yekîtiyê daye qiraxê.
Vî berdevkê rêjîmê li derheq axaftinên pasdar Rizayî de, got, "Danûstandin bi tevahî ne xirab in û ne jî baş in, lê wekî alaveke pêşvebirina karûbaran û dabînkirina berjewendiyan têne hisêb.
Gefxwarinên berpirsên rêjîmê berdewam in û hercarê berpirsekî rêjîmê xoserane bê berçavgirtina paşhataên wan gefxwarinan, gef li sazî an aliyên navnetewî dikin.