Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya dorpêçên bo ser rêjîma Îranê tuntir dike

15:37 - 8 Îlon 2026

Dewleta Birîtaniyayê li roja Sêşemê 8ê Îlonê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku bi erêkirina yasayek nû, sizayên bo ser rêjîma komara îslamî ya Îranê tundtir dike û sînorên ticaretê berfireh dike û desthilatên wî welatî bo biarmancgirtina gemiyan berfireh dike.

Birîtaniyayê ragihandiye ev yasaya nû beşek ji hewldanên berfirehtir bo sînordarkirina bernameya navkî a rêjîma Îranê û rawestan li hember kiryarên şerxwazaneyên din ên rêjîmê ye.

Li gorî vê yasayê, destpêregihîştina rêjîma Îranê bi sîstema malî ya Birîtaniyayê dê sînordartir bike û qedexeyên ticarî dê tişt, kelûpel û teknolojiyên zêdetir li xwe bigre.

Herwisa ev yasa desthilatên Birîtanyayê bo dorpêşkirina gemî û keştiyan zêde dike û çona balafirên Îranê bo Birîtaniya ji bilî hinek mijarên taybet qedexe dike.