Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Geçsaranê de hêzên hov yên rêjîmê teqe li ciwanên xwaziyarê kar kirin

11:03 - 1 Îlon 2026

Roja Duşemî 31ê Tebaxê, hejmarek ji ciwanên xwaziyarê kar li palavtingeha Lîşter a Geçsaranê de kombûn û daxwaza dana kar ji bepirsên palavtingehê kirin û ragiahndin ku dana kar li vê palavtingehê dadperwerane nîne û rantî ye, hêzên hov yên întizamî ya paşmaweyên rêjîmê teqe li wan ciwanên bêtawan kirin û pêka raporên belavbûyî, welatiyekî ciwan birîndar bûye.

Palavtingeha Lîşter li bajarê Geçsaranê ser bi parêzgeha Gohgîlûyê û Boyêr Ehmed ye û navendeke girîng a neftê ye, lê xelkê deverê ji gelek derfetên kar yên vê palavtingehê bêpar in.

Malpera xwecihî ya “Esrê Dina”, qewimîna şer û nerizayetiya xelkê bi nebûna dadperwerî li karpêdan û berçavnegirina xelkê xwecihî ve girê daye.

Hevdem saziya Mafê  mirovî ya Karûn bi belavkirina rapûorekê daye zanîn, hêzên hov yên întizamî, kombûna nerizayetiya ciwana li derheq siyasetîn karpêdan a şirketa Nêyşeker a “Deibel Xeza`î” bi lêdan û kutan û teqekirin li wna ciwanan hilveşandine.