Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Rejîmê Hember Jiyana Xelkê Kurdistanê xemsarin

09:41 - 9 Îlon 2026

Encumen û Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê li bajarên Sine, Seqiz, Zêwye, Merîwan û Sewllawaya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de bertekeke tund nîşanî berpirsên Rejîma Îslamî ya Îranê hat dan û berpirsên rêjîmê bi xemsarî û bêberpirsiyarî tawanbar zanîn.

Ev helwêsta mamosteyan piştî karesata tal a li ser rêya Sine û Hemedanê qewimî, ku di encamê de herî kêm 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêyên Kurdistanê bûne cihê karesat û komkujiyan û ev bûyer di hişê civakê de birînên kûr vedikin.

Mamosteyan bal kişand ser wê yekê ku piştî van hemû bûyeran jî tu navend an berpirs berpirsiyariya van karesatan nakêşne ustiyê xwe û tu kes nayê dadigehîkirin. Hat diyar kirin ku berpirsên rejîmê van hemû tiştan dibînin, lê hember jiyana xelkê Kurdistanê gelek bêxem in.

Di dawiyê de encumena Mamosteyan destnîşan kir ku ew êdî li hember qedera xelkê xwe, malbat û xwendekaran bêdeng namînin. Wan daxwaz kir ku berpirsên xemsar ji ser kar werin dûrxistin û cezakirin.