Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 5 gemiyên neftkêşên rêjîmê teqandin û rêjîmê mûşek avêtine Ordonê

09:44 - 9 Îlon 2026

CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku li 8ê Îlonê de pênc Gemiyên tanker ku hilgirê nefta rêjîma Îranê bûne, kirine armanc û teqandine. CENTCOMê ragihand ev êrîş piştî wê yekê hate kirin ku spaha pasdaran a terorîst du rojan pêştir du caran hewl dabû bi mûşekên balîstîkî gemiyeke şer a Hêza Deryayî ya Amerîkayê bike armanc.

Amerîkayê pêştir jî ragihandibû li egera her êrîşek bo ser Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, dê gemiyên neftkêş ên Îranê bike armanc.

Ji aliyê din ve Ajansa Asoşêytêd Prês ragihandiye, rêjîma Îranê li demjimêrên destpêkiyên roja Çarşemî 9ê Îlonê, bi mûşekan binkeya Amerîka li Ordonê kiriye armanc.

Ragihandinên rêjîma Îranê belav kirine ku bo tolhildan li êrîşa bo ser neftkêşan, binkeyên Amerîka li Ordonê kirine armanc.

CENTCOMê ragihand ku ti zanyariyek li ser êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê bo ser binkeya esmaniya Amerîka li Ordonê de nîne.

Ordonê jî ragihand ku rêjîma Îranê 20 mûşekên balêstîk avêtine Ordonê ku 18 ji wan mûşekan li Esman de teqandine, û tenê 2 ji wan mûşekan li nawçeyên medenî keftine xwarê, gorî daxuyaniya Ordonê, çi xisarekî canî bi sedema wan mûşekên rêjîma Îranê çinebûne.