Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li berdewamiya dorpêç û tehrîmên aborî bo ser rêjîma Îranê, 36 kes û sazî ku 27 şîrketên esmanî yên Îranî û çend şîrketên biyanî yên ku pêywendî bi Mahan Air ve hene li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê tomar kirin.
Ofîsa Kontrolkirina Darayiya Biyanî anku (OFAC) ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Sêşemê, 8ê Îlonê, ragihand ku armanca sizakirina wan şîrketên esmanî, torên navbendçî û şîrketên sexte ne ku bo dabînkirina balafir û parçeyên balafiran û pîşeya esmaniya rêjîmê têne bikaranîn.
Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, tevî îşarekirin bi sizayên li ser şîrketên ku Amerîka ragihandiye ev piştgiriyê ji Mahan Airê dikin, huşdarî da kesên ku digel şîrketên esmanî yên rêjîma Îran ku hatine sizadan ticaretê bike, metirsiya qutbûna destpêregihîştina wan bi sîstema malî ya cîhanî heye.
Rêjîma Îranê şirketên esmanî yên medenî bo veguhastina, cebilxane, çek, hêzên çekdar û alavên qaçax û neyasayî bi kar tîne.