Govara “Ekonomîst” di raporetekê de behsa guherînek bingehîn û lawazbûna pêgeha girûpên niyabetî yên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn de kiriye û nivîsiye ku milîsên Îranê û ev jê re dibêjin «Bereya Muqawimet» ber bi hilweşînê û dûrketin ji Tehranê ve diçe.
Di beşek ji raporê de hatiye ku Hizbullaha Lubnanê, bi serokatiya “Naim Qasim” li gorî serdema “Hesen Nesrullah” paşveçûnek mezin kiriye.
Ji destdana piraniya çek û cebilxaneyan, givaşên berdewam a hikûmeta Lubnanê ji bo çekkirina Hizbullahê, û kuştina fermande û rêberayetiya wan, bûne sedem ku Tehran îro tenê hewl bide vê komê biparêze, ne wekî berê bi stratejîyek berfireh bikar bîne.
herwisa di vê raporê de behsa Hûsiyên Yemenê hatiye û dibêje ku ev kom ji destpêkê ve heta astekê xwedî helwesteke serbixwe bûye, Herçend êrîş kirine ser Îsraîl û Erebistanê, lê îro bi tevahî guhdarê rêberiya Tehranê nînin.
Di beşek din a raporê de hatiye ku li Îraqê, gelek ji serokên Şîeyan cudahiyên xwe yên siyasî û stratejîk bi Tehranê re zêdetir kirine û zêdetir ber bi têkelbûn digel hêzên fermî yên hikûmeta navendî ya Bexdayê ve çûne. Ew êdî wekî berê biryaran ji berpirsên rejîma Komara Îslamî wernagirin.
Li gorî vê raporê, rejîma Tehranê salane beşeke mezin ji çavkaniyên aborî yên Îranê ji bo çekdarkirin û piştgiriya darayî û lojîstîkî ya van girûpan xerc kiriye û sermaye û hêza welat di vê rêyê de xerc kiriye.