Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Yemenê li êrîşa bo ser Husiyan, serkeftinên mezin bidest xistin

10:46 - 9 Îlon 2026

Hêzên çekdar ên Yemenê di operasyoneke hevbeş de li eniya Kedheyê ya li rojavayê Teezê, karîn kontrola gelek cîhên stratejîk ên wekî Mîhal, Tepeya Mekazme û girên Hemrayê ji destê milîsên hûsiyan derxin.

Ebdulezîz Mecîdî, Serokê Leşkerî ragihand: Artêş di pêşveçûna meydanî de berdewam in û pevçûn li gel wan milîsên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin bi tundî berdewam dikin.

Li nav pevçûnan de li eniyên Waziye yê, fermandarê hêza bersivdana lezgîn a milîsên hûsiyan bi navê Ebû Ela Eyanî li gel hejmareke ji endamên koma xwe hatine desteserkirin û firokeyên şer jî berdewam in li ser bombarankirina cih û kombûnên wan milîsan.

Operasyonên artêşa hikûmeta Yemenê bi piştgiriya Hevalbendên xwe yên Erebî li eniyên rojavayê Teezê û bilindayiyên derdorê dijwar dewam dikin. Ji bilî derxistina gelek bajar û gund û nawçeyan, rêyên hûsiyan ku ber bi herêma Seheyê ve diçûn hatine qutkirin.

Di pênc rojen dawî de bi dehan endamên milîsên hûsiyan hatine kuştin û birîndarkirin. Di nav wan de çendîn fermandarên meydanî yên ku li Îran û Libnanê perwerde dîtibûn hene.

Hikûmeta Yemenê ragihandiye ku armanca wan a dawî paqijkirina tevahiya parêzgeha Teezê û piştre pêşveçûna ber bi bajarê Hudeydeyê ve ye.