Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûna digel xwendekarên Êraqî li Zanîngeha Simnanê

13:30 - 9 Îlon 2026

Ev serê çend rojane ku bi awayekî berfireh li torên mediayî û civakî de, behsa pevçûna di navbera Xwendikarên Êraqî û Îranî li Zanîngeha Simnanê de tê belavkirin.gorî zaniyariyan ev bûye sedema zêdebûna nîgeraniyê li ser ewlehiya wan, Balyozxaneya Êraqê li Tehranê ragihand ku heyetek şandine vê parêzgehê û li ser dayîna murexesiya xwendinê ya yek mehe ji bo xwendekarên Êraqê rêketine.

Li gorî vîdyo û raporên belav bûyî, di rojên derbasbûyî de li ber cihê mana van xwendekaran kombûnek çêbû ku di dawiyê de bû sedema pevçûnan. Medyayên Êraqê îdîa kirin ku zêdetirî 150 kesan êrîş kirine ser cihê mana xwendekarên Êraqî, hejmarek ji wan di pevçûnê de birîndar bûne.

Di heman demê de, Zanîngeha Simnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev bûyer li derveyî navçeya zanîngehê û li ber xaniyek taybet a xwendekaran çê bûye, û sedema sereke ya vê pevçûn û aloziyê heta niha bi fermi nehatiye belavkirin, lê çalakên torên civakî dibêjin, tundûtîjî bi nîşana berteka li hember sivkatî û destdirêjiya xwendikarên Êraqî bo ser keçeke Îranî a xwendikar bûye.

Heyetên Îranî û Êraqî bi armanca kêmkirina hesasiyet û aloziyan, wisa bi baş zanîne ku Xwendikarên Êraqî bo mehekê weke mirexesî li wir nemînin.

Tişta herî balkêş ev e ku hêz û navendêt evlehî û intizamiye rêjîmê heya niha tedexul li vê meselê de nekirin, rêjîm ditirse ku ger tedexulê bike, hesasiyetê çêbike û xelkê Îranê bi piştîvanê xwendikarên Êraqî bizane ku hemî zarokên kesên Heşd Şeibî û girêdayî bi rêjîma Îranêne.