Hevdem ligel bilindbûna nirxa bênzînê li 5 hizarî ve bo 10 hizar Tumenî bo her lîtrekê, hêzên rejîmê li tirsê serhildana xelkê, bajarên Îranê mîlîtarîze kirine û derdora wêzgehên şewatê û şeqam tejî kirine ji hêzên çekdar.
Gorî zanyariyan hêzên tepeserkar ên rejîmê li bajarên Tehran, Abdanan, Îsfehan, Bîrcend, Tewrêz, Tehran, Xuremava, Xumeyîn, Şîraz, Qişim, Kerec û Meşhedê bi berfirehî hatine danîn, rêjîmê hêla înternêtê jî lawaz kiriye.
Rejîma Îslamî li 15ê Xermananê de ragehand ku nirxa sêyemîn a Bênzînê, wate ew şewata bi karta wêzgehan tê dan, nirx li 5 hizarî ve dibe 10 hizar Tumen.
Sala 98an piştî evê ku rêjîmê nişkêve nirxa bênzînê biha kir, kombûnên nerizatî li dehan bajaran destpê kir û bi lezgînî bo nerizatiyên berfireh dij hikumetê hate guhertin û kontirol ji dest rêjîmê derkeft, û rejîma heya ser lêva hiloşînê ve bir.
Ew nerizatî rûbirûyê tepeseriyekî bi xwîn bû ku rêjîma mirovkuj, bi hezaran kes ji xelkê serhildayî li Îranê de kuştin û dehan hezar kes girtin.