Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendeke navkî ya rêjîmê li Netenzê ti xisarek li êrîşan de nedîtiye

11:08 - 1 Îlon 2026

Damezraweya Zanist û Ewlehiya Navnetewî ya Amerîkayê bi belavkirina raporekê eşekere kiriye li navenda navkiya Netenzê de hejmarek bîna û damerzaveyên binerd hene ku li êrîşên salên 2025 û 2026ê de ti derb û zirarek bi wan nekevtiye.

Pêka vê raporê ev damezrawe şiyaneke zêdeir ji hewcehiyên bernameya navkiya Îranê heye û egera vê heye wek navenda paşkevtkirina madên pêwendîdar bi meyandina Uraniyomê wek Hêgza Florayda Uraniyomê hatibe bikaranîn.

Herwisa li vê raporê de hatiye, egera vê heye bo piştevanîkirin li meyandina berfirehtir a Uraniyomê jî hatibe bikaranîn, ev damezrawe hezar û 500 metrên 2cî berfireh e û çendîn cihên paşkevtkirin, salonên mezin û deriyê mezin yên hatinûçona maşîn û alavan bo veguhastina Hêgza florayda Uraniyom bi qewareyên mezin hene.

Pêka vê raporê, şiyana lixwegirtina vê damezraweyê hezar û 500 metên 2cî ye û hewcehiya rêjîmê li 2025ê de bi tenê 150 metrên 2cî bûye lê ev damezrawe dikare 500 heta 680 sîlendrên cura “30 B” ên Hêgza Florayda Uraniyomê têde bêne paşkevtkirin û heta niha ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê parastî maye.