Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar hemberî Tumen li bazarê de ji 233 hezar Tumenî jî derbas bû

14:05 - 9 Îlon 2026

Li berdewamiya bilindbûna nirxa Dolar li hember dirafê Îranê, li demjimêrên pêş nîvroya roja Çarşemî 9î Îlonê, gihîşte 233 hezar û 500 Tumenî ku li destpêka rojê de 230 hezar Tumen bû.

Herwisa nirxa Euro ji 267 hezar Tumenî derbas bû û pondê Birîtaniyayê jî gihêşte 311 hezar Tumenî û nirxa sikeyeke zêr ji 240 milyon Tumenî derbas bû.

Hevdem digel bilindbûna nirxa Dolar û dirafên din li hember dirafê Îranê, nirxa hewcehiyên xelkê jî bilind bûne û vê yekê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye.

Nirxa hinek pişkinîn, anku azimayişan taybet bi tenduristiya jinan ku sala par 350 hezar Tumen xerc hebû, niha bi 13 milyon û 42 hezar Tumenî tê kirin û li destpêka demsala xwendinê jî tevî bilindbûna çend qatî ya hewcehiyên xwendvanan, nirxa kaxez li Îranê %300 bilind bûye.