Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa li ser Erebistana Siûdî, dê Pakistanê bikişîne nav şer

14:09 - 9 Îlon 2026

Xwace Asif, Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê, di huşdariyeke zelal de ragihand ku her êrîşeke li ser Erebistana Siûdî dikare mekanîzmaya parastina hevbeş a di navbera her du welatan de çalak bike û Îslamabad dê beramberî Erebistanê li ser soz û erkên xwe yên ewlehiyê bimîne.

Li gorî nûçeya Bloombergê, Asif tekez kiriye ku li gorî peymana parastina Meke yê, êrîşa li ser aliyekî peymanê wekî êrîşa li ser aliyê din tê hesibandin, helwestek ku di şert û mercên zêdebûna êrîşên herêmî de, peyamek zelal dide ku Pakistan amade ye piştevaniya leşkerî bide Erebistana Siûdî.

Ev huşdarî di demekê de tê ku Erebistanê çalakiya hejmare saziyên xwe yên enerjiyê li herêmên başûr rawestandine û Hûsiyên yemenî ku ji aliyê Komara Îslamî ve têne piştgirîkirin êrîşê li dijî Erebistanê encamp didin.

Helwesta nû ya Îslamabadê dikare çarçoveya her êrîşeke berfireh a li ser Erebistanê ji pevçûnek sînorkirî zêdetir bike, ji ber ku Pakistan niha bi eşkereyî tekez dike ku di rewşa çalakkirina erkên parastinê de, ew Erebistanê bi tenê nahêle.