Li roja Çarşemê, 8ê Îlonê, Reutersê ragihand ku Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Etomî dosya navkiya rêjîma Îranê bi sedema binpêkirina soz û pêbendiyên navkî ji aliyê vê rêjîmê, biryarnameyek erê kiriye û wek rapor dê bo Şêwreya Hukam a Saziya Netewên Yekgirtî bişîne.
Ev birarname bi 23 dengên “ERÊ”, 3 dengên “NE” û 8 dengên “Bêalî” li Şêwreya Hukam de hatiye erêkirin. Rûsiye, Çîn û Nîcêr li vê dengdanê de dengê “NE” dane.
Di wê biryarnameyê de, Şêwreya Hukam ragihandiye rêjîma Îranê “pêbendê sozên xwe yên navkî” nebûye. Raporkirina vê binpêkariyên navkî yên rêjîma Îranê bo Şêwraya Hukam, hewcehî bi erêkirina biryarnameyek cuda hebû.
Rêjîma Îranê tevî gefxwarin li Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, Şêwreya Hukam û Şêwreya Ewlehî, li Roja Duşemî 7ê Îlonê, hişdarî dabû hekî ev biryarname bê erêkirin, ew dê xwe bo tolhildanê amade bikin.