Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp daxuyaniyên tund dijî rêjîma Îranê dan

09:38 - 10 Îlon 2026

Tiramp ragihand ku şerê bi Îranê re wê yekser piştî hilbijartinên navîn ên sala 2026an bi dawî bibe.

Tiramp bal kişand ser rewşa aborî û leşkerî ya lewaz a Îranê û diyar kir ku rêjîm dixwaze bandorê li hilbijartinên Amerîkayê bike da ku hukûmeteke lewaz li Waşîngtonê bê ser desthilatê. Lê belê wî tekez kir ku ev plana Tehranê bi ser neket û ser jî nakeve. Wî herwisa destnîşan kir ku êdî wek berê dilê wî bi ti peymanekê xweş nîne û mercên wan ên nû gelekî berferehtir bûne.

Ji xêncî mijara çekên etomî, daxwazên nû yên Waşîngtonê hatine guhartin. Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî li herêmê givaşên leşkerî zêde kirine. Vê dawiyê 10 keştiyên neftê yên girêdayî torên Pasdarên Şoreşa Îslamî hatine têkşikandin. Piştî van kiryaran, Tiramp vîdeoyeke balkêş li ser hesaba xwe yê Xê belav kir ku wek peyameke tund ji bo Tehranê hate dîtin.

Şerê Amerîka digel rêjîma Îranê niha piranî guheriye bi şerê abûrî û rêjîma Îranê di bin zextên girîng ên siyasî, aborî û leşkerî de ye.