Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyahu dibêje emê rêjîma Îranê biherifînin

10:13 - 10 Îlon 2026

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu roja çarşemê 18ê Xermananê li başûrê Sûriyeyê serdana hêzên leşkerî yên welatê xwe kir. Ew li aliyê Sûriyeyê yê Çiyayê Hermonê ligel Wezîrê Berevaniya Îsraîl, Yisrael Katz digel hêzên serbazî ên xwe civiya û derbarê rewşa herêmê de daxuyaniyên girîng dan. Netenyahu diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê ber bi hilweşînê ve diçe û sernixûniya wê gelekî nêzîk bûye.

Netenyahu tekez kir ku erka wan a sereke sernixûniya rêjîma Îranê ye û ew rêjîm digel tev girûpên xwe dê hilwêşe. Wî herwisa got ku ew bi ti awayî rê nadin tu artêşeke terorîst li nêzîkî sînorên Îsraîlê bi cih bibe.

Ji kanûna sala 2024an ve û piştî sernixûniya desthilata Beşar Esed, hêzên Îsraîlî li başûrê Sûriyeyê di nav herêma ewlehiyê de hatine bicihkirin. Ev herêm berê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bû ku ji sala 1974an ve hêzên her du aliyanli bilindahiyên çiyayê Gulanê, ji hev cuda dikir. Îsraîl niha kontrola vê devera stratejîk bi temamî girtiye dest xwe.