Tora "CNN" eşkere kir ku beşek ji Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) plan û rêçareyên bandor li ser êrîşkirina ser binkên etomî yên bin erdê li Îranê gotûbêj dikin û bernameyeke dijwar ji bo ceribandina li ser van êrîşan encam dane.
Li gorî vê raporê, çar roj beriya operasyona "Hêrsa Hemasî", Ajansa Kêmkirina Gefên Parastinê ya Pentagonê peymaneke 1.2 milyon dollarî ji bo nûjenkirina navendeke ceribandina bin erdê li bingeha mûşekî ya "çiyayê Koleng" wajo kiriye.
Çavkaniyên agahdar tekez kirine ku armanca ceribandinê dîtina rêya lêdana kûrtrîn bingehên Îranê û ceribandina ji bo êrîşkirina ser armancên etomî bûye.
Di vê çarçoveyê de, artêşa Amerîkayê plana kiryarî ji bo lêdana saziya bin erdê ya "Çiyayê Koleng" li nêzîkî Natanzê amade kiriye.
Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê jî hefteya borî ragihandibû: "Dibe ku em gelekî zû Çiyayê Koleng bombebaran bikin."