Emcad Emînî, bavê Jîna Emînî, 8 roj beriya çaremîn salvegera kuştina hikûmetî ya keça xwe, bi weşandina wêneyekî Jînayê û bi amajepêdana bi 25ê Xermananê, çaremîn salvegera şehîdkirina keça xwe ji aliyê rêjîma dije mirove komara Îslamî ve, nivîsî: «Navê te di dilê her mirovî de cî digire.»
25ê Xermanana 1401an, Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê di encama lêdan û derbên tund a hêzên Geştê Îrşadê de piştî ku çû komeyê li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê, jiyana xwe ji dest da.
Kuştina wê ya hikûmetî bû sedema xwenîşandanên berfireh li seranserê Îranê ku bû sedema serhildaneke pêşketî û modern ku li seranserê cîhanê dengvedaneke berbiçav hebû. Her çend xwenîşandanên girseyî bi tepeserkirina sîstematîk û hovane a hikûmetê re rûbirû bûn û bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin jî, lê têkoşîna azadîxwazane ya gel ketiye serdemeke nû de, û armanc û hivîyên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, di raman û dilê her azadîxwazekê de, li geşekirinê de ye û berdewam e.