“Axios” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku piştî binbesta danûstandina li navbera nûnerên rêjîma Îranê û Amerîkayê li Niyo Yorkê de, Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ferman daye ku Ebas Îraqçî û şanda pêre, bi lezgînî ji axa Amerîkayê hatne derxistin.
Pêka vê raporê, nûnerê Amerîka li Saziya Netewên Yekgrtî de ev ferman gihandiye nûner û şanda paşmaweyên rêjîma Îranê û ev li demjimêr 1 û 20 xulekên roja Sêşemiyê ji Niyo Yorkê bi balafireke rêvîngî ber bi bajarê Dohê ve çone.
Herwisa Axiosê belav kiriye ku Marko Robiyo, şanda rêjîma Îranê ku li Amerîkayê de zêde mabûn û civînên kora giştî ya saziya Netwên Yekgirtî jî bi dawî hatibû, êdî dema çona wan hatibû, lewma ji Amerîkayê derxistine.
Amerîkayê pêşniyarên rêjîma Îranê red kirin û ti hêcetek bo mana zêdetir a heyeta rêjîma Îranê li Amereîkayê de nemabû.